Kitêbhên, peyveke girêbend e. Ji peyva Kitêb û lêkera hênan (anîn) hatiye çêkirin. Kitêbhên ew kes an ew navende ku pirtûkan bi xwe re tîne.
Kitêbhên, yekem projeya belavkirina pirtûkên bi hemû zaraveyên Kurdî ye li Ewrûpayê. Kitêbhên, projeya komek ji rojnamevan, nivîskar û xwendekarên Kurd yên li Diyaspora ye ji bo gihandina pirtûkên Kurdî ji bo Ewrûpa û her derê cîhanê.
Kitêbhên çavkanîyek cur bi cur e ji bo danasîn, belavkirin û gihandina pirtûkên Kurdî ji bo zarokan. Kitêbhên, gencîneyeke ji pirtûkên Kurdî bi zaraveyên Soranî, Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî) û hinek pirtûkên bi Turkî, Înglîzî û Elmanî ku li ser Kurdolojîyê hatine nivîsandin.
Berhemên Kitêbhên ji pirtûkên zarokan, pirtûkên dîrokî, pirtûkên wêje û hunerê, pirtûkên civakî û politîkê pêktên. Kitêbhên di beşa “Blog” de hewl dide çanda danasîna pirtûk û nîqaşên wêjeyî pêşkeve. Kitêbhên li ser heman navî wê her hefte li ser platforma Clubhouse gotûbêjek li ser pirtûkeke Kurdî bi rê ve bibe. Agahîyên derbarê vê mijarê li beşa “Blog”ê hatine nivîsandin.
Ji bo vê projeyê destpêkê bi qasî 2.000 € bi rêya Crowdfunding û piştgîrîya pirtûkhezan hatiye komkirin. Kitêbhên bi hejmarek diyarkirî ya pirtûkan wê dest pê bike û her hefte wê komek pirtûkan ji bo xwîneran amade bike.
Weşanxaneya Xezelnûs piştgîrîya vê projeyê dike û Kitêbhên wekî baska vê weşanxaneyê li Ewrûpayê kar dike.