Aşitî / Dîwan 8
€15.00
Description
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Kengî bi xêr bêtin bihar
Em derkevin cenga neyar
Rengê birûska bêne xwar
Qêrîn bidin zinar û lat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Em Kurd bi hev re herin ceng
Li ser çiyan rengê piling
Dîsa bidin qêrîn û deng
Bimrin ji bo jîn û felat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Dengê me nayê pir ji mêj
Xencer li mal girtî qerêj
Ev canfida tev mane gêj
Ew tim divên ceng û xebat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Ka ew welat, ka ew çiya
Ka û gul û mêrg û giya
Ka dengê wan berx û miya
Ka ew sera, birc û kelat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Welat xweş e tev dar û ber
Hawîr kulîlkên sor û zer
Hêja ye em bimrin li ser
şax û zinar û kûp û lat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Kurd in, kurên Mîtan û Lor
Divêt welat bigrin bi zor
Hawîr biqîrin em li dor
Mizgîn li we roja me hat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka mepat
Divê bi hev re herin şer
Bişkî neyar em bidne ser
Gerden di ber de, ser gever
Pêlan bidin ser wek Ferat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Welat bi min şêrîn û Zîn
Dil daye ber dax û birîn
Hetta ceger min bûye xwîn
Min dil tijî pêt û şewat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Cizîre, 5.10.1979.
Additional information
Book Author | |
---|---|
Language | Kurmanci |
Pages | 224 |
Publisher | Avesta |
Year Published | 2014 |