Balindeyên Li Ber Bê

Book Author

Categories: ,

12.00

Description

Di romana xwe ya duyem, “Balindekanî Dem Ba” de Eta Nehayî serî li teknîkek vebêjiyê ya bêtir tevlihev dide û ev yek zehmet dike ku mirov romanê xulase bike. Roman vebêjek paralel a du jiyan û qederên ku pirr dişibin hev û nêzî hevdû ne. Bi rastî, mirov dikare bibêje herdu vebêj du wech an du rêbazên vegotina yek û eyn çîrokê ne. Herdu vebêj wek jinûdetarîfkirineke hûrgilî ya demên borî xuya dikin. Romanê, digel taybetmendiyên wê yên têra xwe wêjeyî û estetîk, misyonek siyasî jî hilgirtiye. (…) Di herdu vebêjan de jî leheng, Mihrîban û Ferhad dimrin. Tenê vebêjerê çîrokê, “Ez”ê xeyalî sax e. Bi gotineke din lehengên din afirînerên ev “Ez”ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyanên Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne ku beriya extiyar bibin teqawid bûne. (…) … Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema “Balindekanî Dam Ba” an “nifşê jibîrbûyî” de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide.

Haşim Ahmedzade, Romana Kurdî û Nasname

Additional information

Book Author

Language

Kurmanci

Pages

216

Publisher

Avesta

Year Published

2013