Bibu’nin Hatasi
€12.00
Description
Sê berhemên Celadet Alî Bedirxan & Kamiran Alî Bedirxan ku ji aliyê lêkolîneran ve jî nayên zanîn, wek yek kitêbê, bi navê “Bobi’nin Hatası / İlk Eserler” (Çewtiya Bobî / Berhemên Destpêkê) di vê kitêbê de cî digrin. Di kitêba ku Metin Yüksel amade kiriye hem transkripsiyona latînî û hem jî orijînalê osmanî cî digre. Kitêb ji van berheman pêk tê: Tanin-i Harb (Kamiran Bedirxan), Osmanlı Tayyâreciliğinin İlk Şehidleri İçin Hükümetten Rica (Celadet-Kamiran) ve Bobi’nin Hatası (Celadet Alî)… Tanin-i Harb (Awaza Şer) ji şi‘rên bi coş ên şer pêk tê. Di “Osmanlı Tayyâreciliğinin İlk Şehidleri İçin Hükümetten Rica” (Ji bo şehîdên destpêkê ê teyarevaniya Osmanî tikayek ji hikûmetê) de ku bi navê “Celadet-Kamiran” çap bûye, herdu akterên girîng ên kultur û milletperweriya Kurdî, ji hikûmetê tika dikin ku xwedî li bîranîna pîlotên destpêkê ku di qezayekê de miribûn, derkeve. “Bobi’nin Hatası” (Çewtiya Bobî) ku bi navê “Celadet Alî” hatiye çapkirin ji serpêhatiyên jinekê û segê wê Bobî pêk tê.
Additional information
Book Author | |
---|---|
Language | Kurmanci-Turkish |
Pages | 96 |
Publisher | Avesta |
Year Published | 2011 |