Çavdêriyên Barbarekî

Book Author

Categories: ,

7.00

Description

Çavdêriyên Barbarekî ya ku ji heft kurteçîrokan pêk tê, bi her awayê xwe ve xuya dike ku ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Kawa Nemirê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş, Bîşenga Deşta Dûr û Salname, di nava heft kurteçîrokên xwe yên li ser asta honandina zimanî ya kûr û pirrşax re, zimanekî ku di bîra xwe wer dibe peyda kiriye, bi awirê “yêdinbûn”ê li xwe û li cîhana li derdora xwe dinihêre, ji zemanekî berê de, bi riya bikaranîna movikên zimên, li rabirdû, li niha û li dahatûyê temaşe dike, zimanê ji xaka Serhedê pijiqî digire dikişîne ser asta zimanê Kurdî yê hevbeş, xwe dispêre coş û peroşa ku xweza didê, bi vegotineke stratejîk, bi şêwezimanekî nû, bi zimanê xwe yê xef derfetên hevoksaziya Kurdî diceribîne.

Additional information

Book Author

Language

Kurmanci

Pages

77

Publisher

Lis

Year Published

2011