Çîyayên Bi Xwînê Avdayî
€10.00
Description
Bavê Nazê bi romana Çîyayên Bi Xwînê Avdayî careke dî bala me dibe ser êş û tehdeyîyên ku Kurd ji ber jîyana feodali û bindestîyê dikişinin. Ev êş û azarên Kurdan, alîyê wê ê feodali, di vê romana hane de, di ser evina Çeto û Gulê re tê qalkirin ku mirazê wan ji ber adet û qaydeyên feodali ên hezar û bi dile wan salan naçe serî. Her wiha, pê re jî, desthilata axatîyê ku ji pergaleke feodalîyê ye jî wekî desthilata ku şikandina wê zehmet e tê xuyakirin.
Helbet Bavê Nazê rêya şikandina vê desthilata feodalî ku bi pergala civaka hişk derketîye holê, nişanî me dide; têkoşîna çînayetî û Kurdayetîyê. Di romanê de Bavê Nazê, ji bo vê yeke jî me dibe bajarê “D”yê ku bajarê herî mezin û paytexta Kurdistanê ye û di warê pêşketina moderni de jî li ber çavan û xuyanî ye.
Em di vê romanê de, digel evîna saf qirêjîyên feodalîteyê, digel têkoşîna Kurdayetî û çînayetî têkiliya bi sazîyên îsîtxbaratê re dibinin û wek rastîya têkoşîna rizgarî û pêşketinê dixwînin.
(Lîs)
Additional information
Book Author | |
---|---|
Language | Kurmanci |
Pages | 312 |
Publisher | Lis |
Year Published | 2016 |