Derb
€8.00
Description
Ez ji efendiyê xwe re bibêjim. Gerek mirov baewriya xwe bi vê dinyayê pirr neyîne û pişta xwe nedê! Hûtek e ev dinya, roja bîst û yekê be jî ew ê me dabeliîne. Pêşiyan bîlesev negotiye, dinya bela ye. Erê, ez van gotinan ji te re niha dibêjim, lê dema ku z li ser hemdê xwe bûm û min hukmê xwe li dar dixist ev tişt nedihatin bîra min. Mirov dema hînî dewrana xwe dibe dibêje qey ew ê her gav wisa bidome. Ne wisa ye! Ez ji ezîzê xwe re bibêjim. Dê û bavê min, – Xwedê rehma xwe li tevan bike- çend salên ewil ji wan re zarok çênabe. Diya min berê xwe dide şêx û melayan, nivişt miviştan dide çêkirin. Çawa dibe êdî ez nizanim; lê Xwedê min dike diyarî ji wan re. Dema ku çav bi min dixin şaş dimînin. Pitikekî girs, ser ji gewde girantir, lep lepên hirçê…Bavê min wê kêliyê dibêje, Xwedê li me bê rehmê…
Additional information
Book Author | |
---|---|
Language | Kurmanci |
Pages | 100 |
Publisher | Avesta |
Year Published | 2014 |