Destên Vala
€8.00
Description
“Destên Vala” bi çavê zarokan li jiyanê dinihêre. Çavên xwe zîq li nav sînorên mayînkirî kutaye û awir ji dahatûya xwe dide. Bi şêwe û temaya xwe ji berhama berê wê, ji berhema yekem a bi navê “Kirasê Teng” gelekî ne dûr e. Di berhema yekem de jî, serpêhatiyên kes û malbatên kurd ên xizan û belengez bi pênûsa xwe hunandibû û pêşkêşî cîhana kurmanciyê kiribû. Çîroka “Destên Vala” ya ku navê xwe daye berhemê, ne tenê çîroka bûyereke ji rêzê, ne tenê nîşeyeke rojana ya di nav rûpelên salnameyan de cih digire ye. Belê çi ev çîroka navborî, çi çîrokên dî, serpêhatiya jihevbirîna dê û weledê xwe, jihevdûrxistina bav û zaroka xwe, her wiha çîroka pêvajoya jiyana gelekî bindest e ku di dîrokê de seranser bi her awayî hatiye kuştin e. Loma dibêjim, heke dest vala mabin, dil tije ne. Ev çîrok jî, ji wî dilê tije fûrîne nav vegotina çîroka nivîskêr. Bi şêweya xwe ya ji xwe bawer, bi hunandina xwe ya xweser, hêdî hêdî, lê bi gavîn pihêt dimeşe.
Dema em zarok bûn, li Nisêbînê (li warê çîrokên ‘Destên Vala’, di mehên temmûz û tebaxê de, me zeviyên pembû tevrik (çapa) dikir. Min wekî ku di wê germê de, qurtek ava qerisî vexwar, bi carekê “Destên Vala” xwend. Em ê li benda berhemên nû yên nivîskara xwe bin ku her tim nêrînên me ronî, dilê me hênik be.
Îsmail Dindar, www.diyarname.com, 06.06.2012
Additional information
Book Author | |
---|---|
Language | Kurmanci |
Pages | 70 |
Publisher | Avesta |
Year Published | 2012 |