Ev nameya min e ji Cîhanê re

Book Author

Categories: ,

8.00

Description

Helbestkara Emerîkan Emily Dickinsonê, bi navê xwe yê din, “rehbika Amherstê”, di saxiya xwe de, navê xwe – ji bilî heft helbestên xwe yên ku ji nava 1800 helbestên wê de hatine çapkirin – li ser kaxiz, rojname û kovaran çap kirî nedît. Wê xwe gorî “nivîsberî”ya xwe ya veşartî kir û îro li qelemê tê dayîn ku wê baş kiriye wisa jiyaye û ev cîhan ji durr û mirwariyên helbesta xwe ya berz û bo demeke dirêj berze bê par nehiştiye.

Dickinsonê di helbestên xwe de li dora du hêmayên sereke pêgermok gerand, ku yek jê “Evîn” bû, yek jê jî “Mirin”. Li dû jiyana xwe ya helbestî wê ew qasî xwe veşart ku malbata wê jî nizanibû ew ji sibehê heta êvarê di odeya xwe de çi dike. Ji sala 1858’an û pê ve, Dickinsonê pirraniya helbestên xwe di pakêtên ‘fasîkulan’ de berhev kirin, yên ku wê bi xwe bi ta û derziyê ve ciz û bend dikirin. Bijarteyeke van helbestan di 1890’î de derkete holê.

Additional information

Book Author

Book Translator

Kawa Nemir

Language

Kurmanci

Pages

136

Publisher

Lis

Year Published

2011