Evdo û çend bêhnikên şadiye

Book Author

Categories: ,

12.00

Description

Kurdekî Helebçeyî li Îthakayê.
Evdo kurd e, li Parîsê penaber e lê hema li welatên dûr û nêzîk digere. Gava li televizyona di asimanê meyxaneyê de behsa têkçûna aborî ya Yewnanistanê dibe, ew dest bi rêwîtiyek dirêj dike. Ew ji Atênayê diçe Sûnion, Salamînas, Mîkênê, Êpîdawros, Patra û dawiya dawîn, di Îthakayê, girava Odîsêos re derdikeve. Di vê rêwîtiyê de, erê pêrgî neh jinên yewnanî û dilrevîn dibe, ew Nazenîna kurd ji bîr nake û hema li serpêhatiya Helebçeyê û li dîroka Kurdistanê dilikume. Di vê romanê de, Fawaz Husên sirûd û fîxana derbideriyê dubare dike, lê ew vê carê lehengê xwe ji Parîs û ji Kurdistanê dibe Yewnanistana kevnare. Bi saya geşt û xeyala xwe ya mestane, Evdo xwe di nav bêhnikên şadiyê de ji bîr dike û dibe xwediyê efsaneyên rengareng û gernameyek seyr û balkêş.

Avesta

Additional information

Book Author

Language

Kurmanci

Pages

128

Publisher

Avesta

Year Published

2013