Out of stock

Gramera Bêhizûr

Categories: ,

11.00

Out of stock

Description

Gramera Bêhizûr, romana seyem a Şener Ozmenê nivîskare romanen bi nave Rojnivîska Spinoza (Lîs, 2008), Pêşbazîya Çîroken Neqedîyayî (Lîs, 2010) û pirtûka cîye şanazîyê bo kurteçîrokên bi Kurdî ya bi navê Keleh (Lîs, 2012), li ser rêya direj a dibiranînê û danîna qewereya berfireh a deqa bênavend pê berdewam e, bajarê Zexê dike nex, bi şêweyekî gelekî tenik kirasekî bedewîyê difesilîne li bejn û bala Kardoxîyen ku di cîhana sergêjîya bêna ya zimanê xwe de li her derê û her xalê de gêr û tot dibin, lê bi vê yekê re kod û şîfreyen gelek peywendên li ber jibîrbûnê bi saya serê bîra Bozo, Nesîm û Özcan rizgar dikin.

Şener Ozmenê ku xwe dispêre bîrê û deqên bênavend dinivise, bi vê xebata xwe ya gewre ve navendeke ji birrek hemanan pek hatî ya xweserî xwe tîne û di romana Kurdî de ava dike.

Gramera Bêhizûr a çaverekirî xwîneren zîrek û rexnegiren destbikêr vedixwîne deqeke ku parîyekî ji zimanê Kurdî, zaravaya Kurmancî bi xwe tê de rol û dewra serekî digêre.

Lîs

Additional information

Pages

216