Gureqûm
€10.00
Description
Çîroka keçeke biçûk a bi navê Zackarina, yek ji wan çîrokan e, ku bi raya me wê cîhana zarokan a mişt bi matmayîn, zîrekî, şûmîtî, anîzazî, afirînerî û delaliyan bi awayekî gelekî serketî li qelemê dide û ne bi tenê dibe çîrokeke bo zarokan, lê dibe çîrokeke ku xort û ciwan û mezin jî bixwînin, bi dest xwe re bikevine nava gerdûna lîstikên Zackarinaya biçûk û Gureqûmê wê yê sêhrbaz.
Ji Åsa Lindha nivîskara Swêdî çîrokeke li ser cîhana balkêş a zarokeke ku dibe hevala Gureqûmê ku li keviya deryayê, li ser qûman hêwiriye, gelekî jêhatî ye, bi her tiştî dizane, li hemberî cîhana dê û bav û mezinan dibe piştgirê Zackarinayê.
Pirtûkeke ku ji niha ve wekî klasîk tê hesibandin û wergeriyaye gelek zimanên cîhanê.
Additional information
Book Author | |
---|---|
Book Translator | Serkan Birsûk |
Book Illustrator | Kristina Digman |
Language | Kurmanci |
Publisher | Lis |
Year Published | 2009 |