Keleha Spî
€16.00
Description
Orhan Pamukê (1952) romannûsê Tirk ê navdar ê nivîskarê berhemên bi navê Cevdet Beg û Kurên Xwe (1982), Mala Bêdeng (1983), Keleha Spî (1985), Pirtûka Reş (1990), Rûyê Nepenî (1992), Jîyana Nû (1994), Navê Min Sor e (1998), Rengên Din (1999), Berf (2002), Stenbol: Bîrhatî û Bajar (2003), Bahola Bavê Min (2007), Mûzexaneya Mesûmîyetê (2008), Parçeyên Ji Bergehê (2010), Romannivîsê Saf û Dilovan (2011) û yê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2006’an wergirtiye, yek ji nivîskarên gerdûnî ye, ên ku divê berhemên wan bo Kurdî bên wergerandin. Wekî ku tê zanîn, heta niha kêm berhem ji nava hemû berhemên Pamuk de bo Kurdî hatine wergerandin. Loma jî, Weşanxaneya Lîsê biryar girt ku di maweya çend salên bê de berhemên serekî yên Pamuk bo Kurdî bide wergerandin û biweşîne. Romana Keleha Spî ya ku ji alîyê romannûs û wergêrê jêhatî Ciwanmerd Kulek ve hatiye wergerandin bicihhatina pêngava pêşîn e di vê biryarê de.
Keleha Spî yek ji romanên Pamuk e, ên ku bo gelek zimanan hatiye wergerandin. Pamuk bi nivîskarîya xwe ya geş di romana xwe de bi saya du kesên di sêrî de bi erdnîgarîyî, bi çandî, bi zimanî, bi kurtasî bi her awayî bereksê hev, xwîneran dikişîne nava dalanên serdema Osmanîyan, hişê Rojhilat û Rojava. Di sedsala 17. de yekî Venedîkî ji alîyê keleşên deryayê yên Tirk ve dîl tê girtin, wî digirin tînin Stenbola paytext. Di vê serdemê de welatê Osmanîyan di warên zanistê û medenî de nisbet bi welatên Rojava di pêş de nîne, lê dîsa jî kesin hene, ku bala wan li geşedanan e, an jî hewl didin hînî tiştine nû bibin. Dîlê Venedîkî li Stenbolê wekî kole difiroşine seydayekî bi vî rengî mereqdar ê ku ji civata Seraya Osmanî ye. Di nava pêlên bedew ên romanê re xwîner hêdî hêdî dibîne ku yê kole û ev seydayê ku xwedîyê wî ye gelekî dişibin hev. Êdî heta dawîya romanê ev her du kes li xanîyekî li raserê Xelîcê bi her awayî hev û du kaş û berkaş dikin da ku hev û du nas bikin, ji hev fêm bikin. Dembihêrkên her duyan xwe dispêrin çîrok û serbihurîyên wan û heta dawîya romanê berdewam dibin. Heta ku Pamuk bi bergeheke bi lîrîzmeke kûr hûnayî romanê kuta dike û ji sêrî heta dawîyê, di nav re xwîneran bi hevdijîya hevaheng a du ber û milên cîhanê bi hostatîyeke bilind dide hesandin, vê pirsê dide pirskirin: “Ez bo çi ez im?”
(Lîs)
Additional information
Book Author | |
---|---|
Book Translator | Ciwanmerd Kulek |
Language | Kurmanci |
Pages | 190 |
Publisher | Lis |
Year Published | 2014 |