Mişk û Mirov

Book Author

Categories: ,

6.00

Description

Sala 1929’an, dema ku li Emerîkayê borsayê top avêt û Hilweşana Mezin a Aborî (Great Depression) rû da, çawa ku hem li Emerîkayê, hem jî li cîhanê hevsengiyên dewlemendiyê li bin guhê hev ketin, karesatên mezin jî li jiyanên ‘mirovên biçûk’ qewimîn.

Wan salan, li parêzgeha Californiayê ya Emerîkayê, du mirovên bi navê George Milton û Lennie Small, di nava wan şert û mercên dijwar de, ji bo ku xewn û xeyala xwe ya kirrîna pirtikek erd bi cî bînin û derkevin firêqetiyê, lewma jî wan divê hinek pere qezenc bikin, çewlik bi çewlik digerin û dawiyê, riya wan bi çewlikekê dikeve, ku li Geliyê Salinasê, li nêzîkî Soledada Californiayê ye. George yekî hûrik, jîr û kone ye, lê berevajî wî, hevalê wî yê sêwî û bê kes û kûs, Lennie, ku yekî terrikî û xurt e, lê piçekî hişsivik û dînikî ye û timî derdeseriya George e, ji mistdana mişkan, kêvrîşkan û her tiştekî nerm hez dike, lewma jî, her cara ku zindiyekî mist dide, wî dikuje. Her du hevalên li pey xewn û xeyala xwe û nanê xwe, dema ku Lennie di vê çewlika nû de bûka xwediyê çewlikê dikuje, esas vê carê li tehta mezin rast tên…

Mişk û Mirov. Novela nivîskarê Emerîkan ê mezin, John Steinbeck (wergirê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 1962’yan), ku Steinbeck xwe spartiye ezmûnên xwe û nivîsandiye. Çîroka George û Lennie. Çîroka du belengazên ku li pey xewn û xeyala xwe diçin. Çîroka hevaltiyeke diltezîn. Klasîkeke berra, ku ji hingî ku weşiyaye, bûye yek ji deqên wêjeyî yên ku herî pirr têne gotûbêjkirin. Çîrokeke ku wê xwendevan çu carî nikaribe ji bîr bike. Bi Kurdiya wergêrê nûhatî, Xalis Xerzan.

Additional information

Book Author

Book Translator

Xalis Xerzan

Language

Kurmanci

Pages

111

Publisher

Lis

Year Published

2010