Salname
€6.00
Description
Wekî her du pirtûkên din ên helbestkarê me, helbesteke dirêj a bi navê Salname ji vê pirtûka sêyemîn re bûye nav. Salname helbestek e, ku ji danzdeh paran pêk tê û bi şêweyê xwe yê pexşanî ve vê qonaxa nifşê me yê Bakur li ber roniya kêliyên evîneke mirî dixwîne, dibe ku ji ber wê yekê be nivîsandina wê zehmet bûye, ji teşeyê xwe yê pêşîn ê ku di sala 1997’î de di kovarekê de hatiye çapkirin gelekî hatiye guhestin û di gelek qonaxan re derbas bûye, piştî salên dirêj kuta bûye.
Kawa Nemir li gel helbestine wiha dirêj, a rast ew helbestkarekî Kurd e, ku helbestên kurt dinivîse, pê hewl dide kêliyên ku bi lemelema rûbarekî dikişin, bûyer û qewamên ku li kar in deriyên xwe bi ser deşt û bajarên bêna de vekin, zeft bikin. Helbesta wî bi vî awayî ji du milan ve dikişe û tevî besterûbara firawan a helbesta Kurdî dibe. Salname jî, wekî pareke vê kulliyata ku pariyekî hatiye nivîsandin û hê jî tê nivîsandin, bi vî rengî digihîje xwendevan û hezkirên helbesta Kurdî.
Additional information
Book Author | |
---|---|
Language | Kurmanci |
Publisher | Lis |
Year Published | 2009 |