Şerên Sasûnê
Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî 8
€10.00
Description
Têkoşer û sîyasetmedarê Kurd Osman Sebrî di vê berhema girîng de behsa Serîhildana Çîyayê Sasûnê dike û hemû hûrgilî û kitekitên şerên “Qewmê Çîyê” li ber çavan radixe. Pirtûka ku wekî belgeyeke dîrokî ya cihêwaz û degme tê hesibandin; têrtijî ye bi zanyarîyên di der barê fedakarî û mêranîya mala Elîyê Yûnis û eşîrên Kurd ên hevalbendên wê li beranberî leşkerên Tirk de. Ji Şerê Mêlhayê û Motikan heta bi Şerên Gecoka 1926’an û Şerên 1927’an û mêranîya Reşê Artirerî ya bêmînak li hemberî dijmin! Di vê berhemê de, Osman Sebrî me dixe nava kefteleft û hêlemana serîhildana gelê Kurd li hemberî dagirkeran û balê dikişîne ser efûyên derewîn, xapên dijmin û fen û fûtên wî di nav eşîrên Kurdan de û kiryarên leşkerên dijmin ên nemirovane di der heqê jin û zarokên Kurdan de.
Bûyerên van şeran ji alîyê Evdirehmanê Elîyê Yûnis bi xwe ve ji Apo Osman Sebrî re hatine gotin û Osman Sebrî ew ro kirine di qalibekî vegotinê yê rewan û herikbar de.
Additional information
Book Author | |
---|---|
Language | Kurmanci |
Pages | 83 |
Publisher | Lis |
Year Published | 2016 |