Sîva Şevê

Book Author

Categories: ,

13.00

Description

Çîrokên Sîya Şevê giranîyê didin kitekitên jîyana gerîlatîyê û salên bi êş û keser ên ku mohra xwe li çarenivîsa gelê Kurd daye. Ji “Nasnameya Bi Xwîn” bigire ku behsa rasthatinîya kambax û dilsoj a xiziman di şerê birakujîyê de dike, heta bi çîroka “Xezîneya Bin Erdê” ya ku balê dikişîne ser destpêka bişkivîna xebata çekdar a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û sosretîya danûstandina Kurdan a li gel vê xebatê, û heta bi “Yazdeh Gul Bişkivîn” ku çîroka mirina trajedîk a duwazdeh şervanên azadîyê bi destên xwezaya Kurdistanê ya dilkevir radixe ber çavan. Û di nav re, malwêranî, qeleşî, hêvîşikestin û bûyerên kenegirî tevina çîrokan di herîya xwe vedigevizînin.
Îbrahîm Osman xwe di çîrokbêjîya xwe de dispêre dîwarê gewre yê rastgirîya dîroka gelê Kurd a nûjen û hewl dide ku hûrgilîyên vê dîrokê di qalibekî wêjeyî yê cihêwaz de ro bike.

Ji Lîsê…

“… Esman çîksayî bû. Heyv bi rûkenî û nazdarîya xwe, mîna bûka heftrojî dîsa li şevbihêrka stêrkan bi nazenînî rûniştibû. Zinar û latên pozbilind wekî zirx û mertalên ji pola, pêşî li ronayîya heyvê digirt û gelîyê kûr û asê di nav sawa tarîyê de dihişt. Ji newal û gelîyên kûr bi sira bê re bêhna tirs û sawa şevê li derûdoran belav dibû. Şev diricifî.

Wekî her carê, wê şevê jî rêwîya rêya dûr bû. Di cuhok û cobarên ku nola newaya straneke evînê di nav dilê çîyayên bejnbilind re diherikîn, bi xaçerêkên kûvîyan û çolbirên asê re bi ketin û likumandin gelek deverên nû nas kir. Bêhna kulîlk, nêrgiz û rihanên bejî di henaseyên xwe de meyand. Her cihê ku nû didît, kevirek li dîwarê bîranînên wê zêde dikir û bijkojê hestên nû di rehên laşê wê de dibişkivand.”

Ji Sîya Şevê

Additional information

Book Author

Language

Kurmanci

Pages

124

Publisher

Lis

Year Published

2014