Stranên Evînî

Book Author

Categories: ,

13.00

Description

“Ev helbestkara ku îro kêm kes qala wê dikin, bi raya min, gencîneyeke veşartî ye, zêrê zer e û tevahîya berhema wê di binê erdê de maye. Ez dikarim bibêjim, ji bo min kifşeke bê payan giranbiha ye.

Berhemên Teasdaleê ev in: Soneyên bo Duseê (1907), Helena Troyî (1911), Çemên Berî Li Deryayê (1915), Stranên Evînî (1917), Pêt û Sî (1920), Tarîya Heyvê (1926), Stêrkên Îşev (1930) û Serfirazîya Seyr (1933), ku pirtûka wê ya dawî ye, gelek kes dibêjin, Sarayê di vê pirtûka xwe de pêşbînîya mirina xwe kirîye.

Pêtine agirê venemir û zindî yê helbesta Sara Teasdalea ku bi dengê xwe yê zêrîn ve ji sala 1996’an û vir ve ye timî bi min re ye, bi xêra vê guldesteyê, êdî dibe para xwînerên zimanê Kurdî jî.

Bi hêvîya ku çend risteyên Sara Teasdaleê bikaribin bi we re jî bimînin”.

Kawa Nemir

29’ê Berfanbara 2014’an

Amed

Additional information

Book Author

Book Translator

Kawa Nemir

Language

Kurmanci

Pages

118

Publisher

Lis

Year Published

2015