Sûretsûfê

Cilda II.

Helbest – Kurteçîrok – Laqirdî û Piyes

1971-1984

Book Author

Categories: , ,

17.00

Description

Sûretsûfê, cilda II. a hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd; helbest, kurteçîrok, laqirdî û piyesên wî bi xwe digire, yên ku wî di navbera salên 1971 û 1984’an de nivîsîne.

Di 1968’an de, li gundê xwe dest bi mamostetiyê kir. Di sala 1971’ê de, dastana wî, Xewna Mîrmih, li Moskovayê, di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De, bi Rûsî hate weşandin. Di sala 1974’an de bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Dastana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973’yan de hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977’an de çap bû. Du dastanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984’an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin. Wî di nava van salan re her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yesenîn û Hovannes Tûmanyan berhem wergerandine Kurdî.

Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl kirine: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, di sala 1987’an de derkete gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris geriya.

Û çawa Heciyê Cindiyê gewre di sala 1984’an de gotî, “… Min Fêrîk hesab kir şaîrê Kurd î mezin”, bê şik û guman Fêrîkê Ûsiv bi sercema berhema xwe ve ‘helbestkarê Kurd î mezin’ e û tevî Evdila Goranê gewre di helbestê de ew dengê William Butler Yeatsane yê bi Kurdî ye.

Additional information

Book Author

Language

Kurmanci

Pages

631

Publisher

Lis

Year Published

2012